FRANSA BI ISRARE KU LI CIHÊ ÇETE LÊNE WERIN DARIZANDIN

Fransayê carek din israr kir ku DAÎŞ’iyên ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin wan negire welatê xwe.

Fransa dibêje ku ‘li cihê lê sûc kirine divê hesab bidin.’

Wezîra Hêzên Çekdar a Fransayê Florence Parly ji kanala BFM TV re axivî û got;

Ew ne aligîr in ku çeteyên DAÎŞ’ê yên hemwelatiyê Fransayê paşve bigrin.

Divê li cihê ku sûc kirine werin darizandin û hesab bidin.”

Florence Parly diyar kir ku di nava bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatin girtin hemwelatiyên Fransyê jî hene û ev tişt anî ziman;

“Em werin li ser girtiyên di destê Kurdên Sûriyê de.

Ti nêrînekî ya me ku ew li wir nemînin tune ye.

Di nava çar dîwaran de ne û divê li wir bimînin.

DAÎŞ’î bi şaştî neçûn Sûriye û Iraqê.

Bi dildarî çûn wir.

Yanî li wir xirabî kirin, sûc kirin, bûn şahîdên bûyerên li wir û divê li wê derê hesab bidin.”

Rêveberiya xweser a bakur û Rojhilatê Sûrî ji ji ber hêjamara zêde ya çeteyan metirsiya heyî ragihadibû û xwestibû dadgeheke navnetwî ji bo darizandina van çeteyan li herêmê were pêkanîn.

Leave a Reply

Back to top button