Li Tirkiyê 238 hezar 55 Sûriyî bûn hemwelatiyên Tirkiyê

Tirkiyê li gor polîtîkayên xwe yê koçberiyê Suriyiyên ku ji ber şer berê xwe dane Tirkiyê zagonan saz dike.
Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyê Alî Yerlîkaya da xuyakirin 238 hezar û 55 Sûriyî bûne hemwelatiyên Tirkiyê.
Li gor daxuyaniyê ji bo 44 hezar û 542 kesên derqanûnî derbasbûne jî pêvajoya dersînorkirinê dane destpêkirin.

Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya di çarçoveya nîqaşên butçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclisê de derbarê Sûriyiyên ku bûne hemwelatiyên Komara Tirkiyê de agahî da.

Yerlikaya da zanîn ku heta niha bi giştî 238 hezar û 55 Sûriyiyên ku hemwelatiya Tirkiyê wergirtine.

Yerlikaya got:

“Ji Kanûna 2023’an û vir ve 238 hezar û 55 biyaniyên ji welatiyên Sûriyê yên di bin parastina demkî de ne hemwelatiya Tirkiyeyê wergirtine.

Ji wan 134 hezar û 422 temenek mezin û 100 hezar û 633 jî zarok in.

Hejmara kesên ji 18 salî mezintir 156 hezar û 987 e.”

Her wiha Wezîrê Karê Hundirîn wiha domand:

“Ji 1’ê Kanûna 2023’an pê ve li welatê me 4 milyon û 613 hezar û 984 Sûriyiyên ku ji wan 3 milyon û 237 hezar û 585 Sûriyiyên di bin parastina demkî de ne, milyonek û 113 hezar û 761 kes jî li welatê me ne.

Destûra rûniştinê û 262 hezar û 638 kesên di bin parastina navneteweyî de ne.”

Wezîr Yerlîkaya: 44 hezar û 542 kes hatin dersînorkirin

Wezîr Yerlikaya da zanîn ku di encama kontrolên ku li nuqteyên koçê yên gerok ên ji bo tespîtkirina koçberên neqanûnî hatine avakirin de ji bo 44 hezar û 542 kesan pêvajoya dersînorkirinê dane destpêkirin.

Wezîr Alî Yerlikaya got,

“Îro em li 30 bajarên mezin bi 97 wesayitên seyar ên koçberiyê xizmetê didin û heta dawiya meha Kanûnê em ê hejmara wesayîtên koçê yên gerok derxînin 162’an.

Me heta 1’ê Kanûnê li van nuqteyên koçkirina gerok belgeyên 113 hezar û 332 biyaniyan kontrol kir.

Me dît ku ji wan 44 hezar û 542 koçberên neqanûnî ne, piştre me dest bi prosedurên dersînorkirinê kir.”

Back to top button