Koreya Bakur moşekeke ku bigihêje Amerîkayê avêt

Koreya Bakur dest bi ceribandinên xwe yê avêtina moşekan kiriye.
Herî dawî moşekên ku mesafeyeke ku digihijê heya Amerîkayê avêt.
Koreya Başûr û Japonyayê jî ev yek piştrastkirin ku Koreya Bakur moşekeke balîstîk a menzîldirêj ku dikare bigihîje Amerîkayê avêtiye.

Koreya Bakur li dû hev du moşek avêtin. Yek jê menzîlkurt e, ya din jî menzîldirêj e.

Avêtina moşekan çend rojan piştî hişyariya Seul û Washingtonê pêk hat.

Hişyarî ji Pyongyang hatibû kirin û rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gotibûn:

“Êrîşeke nûkleerî ya li dijî Dewletên Yekbûyî yan jî hevalbendên wê dê bibe sedema dawiya rejîma Kim Jong Un ê lîderê Koreya Bakur.”

Artêşa Koreya Başûr roja Duşemê ragihand ku ji herêma Pyongyangê moşekeke balîstîk a menzîldirêj hatiye avêtin, tesbît kirine.

Li gorî texmîna wan moşek beriya ku bikeve Behra Japonyayê bi menzîleke hezar kîlo metreyan firîyaye.

Li gorî Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Parlamentoyê Şîngo Mîyake cîsmekî wiha;

“Dikare zêdetirî 15 hezar kîlo metreyan bifire û di vê rewşê de tevahiya xaka Dewletên Yekbûyî wê di menzîla wê de be.”

Firînê saetek û 13 deqîqeyan dewam kir û bilindahiya wê ya herî zêde 6 hezar kîlo metre bû.

Japonya û Amerîkayê Koreya Bakur şermezar kirin

Roja Înê, Amerîka û Koreya Başûr beşdarî duyemîn civîna Koma Şêwirdarîya Nûkleerî ya li Washîngtonê bûn.

Di vê civînê de Koşka Spî hişyarî da ku her êrîşeke nûkleerî yên ji aliyê Pyongyangê ve wê dawî li rejîmê bîne.

Koreya Bakur par xwe weke hêzeke nûkleerî ya “bêveger” ragihand

û gelek caran anî ziman ku ji ber rejîman wan vê yekê ji bo xwe girîng dibînin, ew ê tu carî dev ji bernameya xwe ya nûkleerî bernedin.

Tê zanîn ku Koreya Bakur bi awayekî serketî yekem peyka xwe ya sîxur a bi navê Malligyong-1 bi cih kiriye.

Ewropayê, Japonyayê û Koreya Başûr ev yek şermezar kirin û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonyo Guteres diyar kir ku bikaranîna moşekên balîstîk biryarên Konseya Ewlekariyê ya NY’yê binpê dike.

Back to top button