Kurdan û dostên xwe li hember êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê û bêdengiya li dijî êrişan, îro li ber Ofîsa NY li Cenevê ya li Siwîsreyê dest bi çalakiyeke 3 rojan kirin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hat lidarxistin û ji Neteweyên Yekbûyî re hat got;
“Berpirsiyarê rasteqîn ê vê konsepta êrîş û qetlîamê hûn in.”
Li ser navê YJK-S’ê Fîdan Guler, Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zozan Serhed û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Ewropayê (KCDK-E) Mehmet Alî Hoca axivin
Kesên axivin diyar kirin ku ew ê Kurd serî ji zilmê re netewînin..