MSD’ê piştgiriya xwepêşandanên li Siweydayê kir

Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Sûriya Pêşerojê derbarê çalakiyên xelkê Siwêdayê de daxuyanî dan û piştgiriya xwe bi çalakgeran re ragihandin.

MSD û Partiya Sûriya pêşerojê têkildarî xwepêşandanên li Siweydayê û hedefgirtina wan ji aliyê hêzên hikumetê ve daxuyaniyek da..

MSD’ê di daxwiyaniyê xwe de got: “Em bi girîngiyeke mezin xwepêşandanên gel li bajarê Siweyda dişopînin ..

Gel ji aliyê komên alîgirên hikumeta Şamê ve rastî êrişê hatin û 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan..

Ev xwepêşandanên gel ji ber rewşa nebaş a civakî, xirabbûna rewşa aborî ya welatiyan, pêk tên. ”

MSD`ê tekez kir ku ew piştgirtiya xelkê bajarê Siweydayê dikin daxwazê ji desthilata Şamê dikin ku siyaseta xwe der barê rewşa Sûriyê de, ber çavan re derbas bike.

Partiya Sûriya Pêşerojê jî êrişên li dijî xelkê Siwêdayê ku derketibû xwepêşandanan şermezar kir û got:

Divê hikumeta Şamê guh bide gel, ne ku êrişî wan bike. Divê daxwazên gel ên rewa bên guhdarkirin û bicih anîn..

Artêş jî şûna berê tifingên xwe bide gel, bila berê xwe bide dagirkeriya Tirk.

Back to top button