Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişan çalakî dewam dikin

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser başûrê Kuridstanê çalakî dewam dikin. Îro jî li gelek deverfan çalakî hebûn. Di çalakiyan de careke din li dijî dagirkerî û xiyanetê helwest hat nîşandan û peyamên piştgiria berxwdana gerîla hatin dayîn.

Artêşa Tirka dagirker bi hevkariya PDK’ê ji 17’ê nîsanê ve êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Li dijî van êrişan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêrs in û nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Kongra Star li Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê xeteriya van êrişên bi hevkariya PDK’ê li ser hebûna Kurdan hate destnîşankirin.

Di dawiyê de bang li gelê Kurd hate kirin li dijî van êrişan derkevin.

Li Amûdê semînerek li ser berxwedana gerîla hat dayîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Amûdê bi heman armancê semînerek li dar xist.

Di semînerê de li ser navê Melisa Navçeya Amûdê û Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin armanc ji êrişên dagirkeriya Tirk qirkirina Kurdan e.

Her wiha soza piştgiriya berxwedana gerîla û şopandina xeta şehîdan hate dayîn

Piştî wê senevizyonek li ser berxwedana gerîla hate nîşandan.

Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina êrişan daketin qadan

Li Kobanê jî, li dijî êrişên li ser başûrê Kurdistanê bi pêşengtiya jinên ciwan meşek li navçeya Qinê hate lidarxistin.

Bi hezaran ciwanên Kobanê ji navenda navçeya Qinê ber bi gundê Êlacaxê ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê li ser navê yekîtiya Jinên Ciwan daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin li dijî hevkariya PDK’ê bi dewlata Tirk bisekinin.

Konê çalakiyê ya li Minbicê di roja duyem de dewam dike

Li Minbicê jî, konê çalakiyê ya di bin slogana ” Bi ruhê berxwedana gerîla em ê faşîzma Tirk têk bibin” ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye orgenîzekirin, di roja duyem de dewam dike.

Îro, endamên komîteya perwede, tenduristî û çandiniyê serdana konê çalakiyê kir.

Di axaftinan de êrişên li ser herêmê hatin şermezarkirin û peyama piştgiriya berxwedana gerîla hate dayîn.

Koçberên Girê Spî û şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrişan meşiyan

Koçberên Girê Spî û şêniyên Eyn Îsayê jî ji bo şeremzarkirina êrişên li dijî gerîla meşiyan.

Bi hezaran şênî ber bi navenda navçeya Eyn Îsayê meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan axaftin hate kirin.

Partiyên siyasî li Reqayê xwestin li dijî êrişan helwesteke cidî bê nîşandan

Partiyên siyasî yên Reqayê jî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên siyasî û rêxistinên mirovî hate kirin ku li dijî van êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

Back to top button