Perwîn Buldan: Heta encam neyê girtin wê serlêdanên me bidomin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan diyar kir ku ku ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan serî li wezareta dadê dane lê tu bersivek nehatiye dayîn.
Perwîn Buldan got: “Nedayîna bersivê bi tena serê xwe nîşan dide ku tecrîd çiqas giran e. Heta encam neyê girtin wê serlêdan bidomin.”

20 mehîn tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Di dawiya meha Cotmehê de Dadgeriya Înfaza Bursayê ragihand ku 6 meh cezayên qedexeyeke hevdîtinê ya parêzeran daye Rêber Ocalan.

Parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê ji bo cezayê hatî birin de serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê bidin.

Her wiha li seranserê welat ji 22 welatî 350 parêzerî bi armanca hevdîtina bi Rêber Apo re di 14’ê Îlonê de serî li wezareta dadê dan.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan, Mîthat Sîncar di 20’ê Cotmehê de ji bo hevdîtina bi Rêber APO re serî li Wezreta Dadê dan, lê hîna bersivek nehatiye dayîn.

Hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan diyar kir ev nîşaneya ku wê tecrîd girantir bibe û got:

Ev polîtîka hikûmeta AKP’ê ya ku bi salane dimeşîne ye. Divê ev wisa bê dîtin.

Ger bersivek erênî derkeve bêguman wê ji bo çûyîna Îmraliyê û di vê pêvajoyê de pêkanîna hevdîtinê gelek girîng e.

Di heman demê de ji bo şikandina tecrîdê jî divê ev şert û merc bên afirandin.

Perwîn Buldan da zanîn ku hevdîtin qanûnî ye û ev du sal in hevdîtin bi Rêber APO re nayên kirin û wiha anî ziman:

Ev jî şerma Tirkiyê ye û nîşan dide ku dijhiqûqî çiqas giran bûye.

Heta encamek neyê girtin wê ev serlêdan bidomin. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe.

Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e, ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin.

Back to top button