“Lêman Kurdistanî bû, evîndara xaka xwe bû”

Rojnamevan Stêrk Gulo qala hevala xwe ya 23 salan Rihan Amûdê kir û got:
“Rihan keça biçûk a malbata Şiwêş e.
Wê mîrateyeke têkoşînê ya ji 38 salan li pey xwe hişt.”

Stêrk Gulo destpêkê got:

“Dema ku me bihîst hevala Rihan tevlî nava têkoşîna azadiyê bûye, em hingî biçûk bûn.

Lê belê me hem navê wê hem jî tevlîbûna wê bihîst.

Hevalan Rihan bi biryardarî û fedaîtiyê tevlî nava têkoşîna azadiyê bû.

Jineke Kurdistanî bû. Evîndara xak û welatê xwe bû. Di her sohbetê de ev yek dianî ziman.”

“Piştî ku PDK’ê ew girt got: Divê xeta neteweperestiyê biqede”

Stêrk destnîşan kir ku Şehîd Rihan ji bo ruhê jina Kurd a azad biafirîne bênavber têkoşiya ..

Li dijî xeta neteweperestiyê ya li Kurdistanê têkoşîneke mezin meşand.

Weke jinekê ji bo vê gelekî têkoşiya.

Stêrk Gulo destnîşan kir ku mîrateya Şehîd Rihan wê têkoşînê mezin bike..

“Têkoşîna jinê wê armanca qirkirina jinê têk bibe”

Stêrk Gulo diyar kir ku armanca dewleta Tirk a ji êrîşên ‘qirkirina jinê’ ye.

Jin jî wê bi têkoşîna xwe armancên qirkirinê têk bibe.

Back to top button