Endamên PYD’ê: Kilîta çareseriyê li Îmralî ye

Endamên Meclisa Giştî ya PYD′ê ya Şehbayê diyarkirin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê heye. ‎

Li Şehbayê endamên meclîsa giştî ya PYD’ê têkîldarî tecrîdê nêrînên xwe anîn ziman:

Îlham Mihemed li ser tecrîdê û rewşa tenduristî ya Rêber Apo axivî û got:

“Divê sedemên ferzkirina cezayên dîsplînê li ser Rêber Abdullah Ocalan werin eşkerekirin.

Desthilat hestiyariya raya giştî ya Kurdan cîdî bigire ji ber ev bûyer pir xeternak e.”

Welîd Dîngilî diyar kir ku divê hemû gelên Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan serî hildin.”

Esed Menan jî li ser mijarê wiha got:

“Rêber Apo hewl dide li tevahî cîhanê projeya biratiya gelan pêk bîne.

Lê dewleta Tirk ji bo pêşî li wê projeyê bigire tecrîdê giran dike.”

Back to top button