Çalakvanên Başûrê Kurdistanê: Civaka navnetewî berpirsê êrişên dewleta Tirk e

Dagirkeriya Tirkiyê hemwextê êrişên li ser rojava li başûrê kurdistanê herêma çemçemal jî bombebaran kir.
Welatiyên Başûrê kurdistanê bi daxuyaniyek vê êrişê şermezar kirin û gotin:
Ev êrişê tirkiyê nefsê şêwazê yê DAIŞ’ê ye. Divê welatiyên başûrê kurdistan û yên Iraqê li dijî van êrişan xwedî helwest bin.”

Dagirkeriya Tirkiyê 27’ê mehê herêma Axceler a Çemçemalê bombebaran kir.

Li Başûrê Kurdistanê welatiyên herêmê piştî êrişê berê xwedan cihê bûyerê û li wir daxuyaniyek dan.

Çalakvana siyasî Rûnak Mecîd di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê hewl dide têkçûna xwe ya li hember Gerîla veşêre û got:

“Êrişên dewleta Tirk a dagirker hevşêweyê êrişên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê cihên sivîlan bombebaran dike.”

“Divê welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên Tirkiyê xwedî helwest bin”

Welatiyê binavê Omer Hacî Hisên jî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got:

“Em civaka navnetewî weke berpirsê van êrişên hovane yên dewleta Tirk dibînin.

Em bang li welatiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikin ku li dijî van êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin. ”

Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Şengalê kir

Back to top button