Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî Şengalê kir

Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê êrişî konê karkerên kolandina bîrên avê kir.
Di encama êrişê de 5 karker şehîd û 2 karker jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker êvarî li devera Kora Simoqya ya herêma Mezargehê ya girêdayî bajarokê Xanesorê xist.

Li herêma ku karkerên kolandina bîrên avê heyîn de, 3 caran êriş pêk hat.

Di encama bombebaranê de 5 karker şehîd û 2 karker jî birîndar bûne.

Derbarê nasnameya şehîd û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî karkeran xebatên kolandina bîrên avê ji bo gundên devera Kora Simoqya dikirin, hatine hedef girtin.

Piştî êrişê, Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li hemû gelê Şengalê kir ku sibe saet 10:00’an li ber Meclîsa Gel a Xanesorê kom bibin.

Back to top button