Li Qamişlo rojnameger li ser Goristana Şehîd Delîl Saroxan kom bûn û mûm pêxistin.
Rojnamegeran soz da ku şopa veguhastina rastiya êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û belgekirina wê bidomînin.
Yektiya Ragihandina Azad (YRA) bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker bi bîr anî.
Di çalakiya ku endamên YRA′yê beşdar bûn de, wêneyan şehîdan hatin hildan.
Hevserokê YRA′yê Dilyar Cizîrî daxuyaniyek xwend û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan di siyasetên qirkirinê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dike.
Di dawiyê de wiha hate gotin: Em soz didin şehîd û gelê xwe, wê rêya wan a têkoşîna bişopînin û rastiya van êrişan belge bikin û bi raya giştî re parve bikin.