Êrişên dewleta Tirk di rojeva parlamentoya Awûstûryayê de ye

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistan û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê îro bibe rojeva Parlamenta Awûstûrya yê.

Partiyên li nava hikumet û muxalefetê ya Awûstûryayê pêşnûme qanûnek li dijî dagirkeriya tirkiyê dan parlamentoya xwe ya Neteweyî.

Partiyên Awûsturyayê di pêşnûmeyê de xwestin ku dawî li êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê anîn û Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Di pêşnûmeyê de her wiha bang li hikumeta Viyanayê hate kirin ku hişyariyê bide rêveberiya Enqereyê.

Partiya OVP ku şirîkê herî mezin ê hikumetê ye, diyar kir ku ji bo Tirkiye bigihêje asta nirxên mafên mirovan û dewleta hiqûqê, ji bo rojnamevanên girtî bêne berdan û zextên li ser HDP’ê bêne bidawîkirin, divê kar bê kirin.

Piştî nîqaşên li komîsyonê, bi pêşniyara partiyên li nava hikumet û muxalefetê pêşnûme qanûn wê îro danê nîvro bikeve rojeva Parlamenta Neteweyî.

Back to top button