Li Kabûlê 9 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Wezareta parastinê ya Efxanistanê ragihand, ku di navbera çekdarên Talîbanê û hêzên ewlekariyê de, li Kabûla paytext şer rû da û di encamê de 9 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Êrîşên Talîbanê li dijî hêzên ewlekariyê di demekê de tên ku her du alî amadekariya danûstandinên aştiyê li welêt dikin.

Piştî îmzekirina peymanekê di navbera Amerîka û Talîbanê di sibata borî de, hikûmeta Efxanistanê nêzî 3 hezar girtiyên Talîbanê serbest berdan.

Li gorî peymana Waşington û Talîbanê, di nîvê sala 2021 de hemû hêzên biyanî ji Efxanistanê vedikşin û danûstandinên aştiyê dest pê dikin.

Sêşema borî, çekdarên Talîbanê êrîşî 3 navendên ewlekariyê yên li bakurê welêt kirin û di encamê de 8 polîs hatin kuştin, 7 jî birîndar bûn.

Back to top button