Hikûmeta Şamê: Kesekî din ku bi vîrûsê ketibû, mir

Wezareta Tendurstiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku kesekî bi vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest da.

Bi vê yekê re jî jimara miriyan dibe 8 kes..

Li gorî wezareta tendurstiyê heya niha li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de 254 kes bi vîrûsa coronayê ketin.

Hat ragihandin heta niha 102 kesên bi vîrûsê ketibûn baş bûne.

Back to top button