New York Times: Rûsya pere da çekdarên afganistanî da ku leşkerên Amerîkî bikujin

Rojnameya New York Times duh da zanîn artêşa Rûsyayê pere dan çekdarên girêdayî tevgera Talîban a Efganistanê ku leşkerên Amerîka û koalisyonê, bikujin.

Li gorî Reutersê, DYA beriya çend mehan piştrast kir ku yekîneyên îstixbaratê yên Rûsyayê ên girêdayî hewldanên kuştina li Ewropayê pere li hember êrîşên serkeftî yên par pêşkêşî çekdarên li Efganistanê kir.

Rojnameya New York Times da zanîn ku, tundrawên îslamî hin pere ji wan xelatan wergirtine.

Rojnameyê daxuyand ku serokê Amerîkayê Trump rapora îstixbaratî dît.

Her wiha hê jî Koşka Spî der barê girtina tedbîrên li dijî Rûsyayê li ser van pereyan de, tu pêngav neavêtine.

Back to top button