Bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên kurd li taxa Zorava ya paytexta Şam daketin qadan.
Xwepêşandêran alên PYD’ê, YPG û YPJ rakirin; û bi silogana “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re” meşa xwe berdewam kirin.
Di xwepêşandanê de berdevkê PYD’ê Mihemed Îbiş axivî û sûcên dagirkeriya li dijî gelê Kurd şermezar kir.
Mihemed bang li Rûsya kir ku bi erka xwe rabe û gelê herêmê ji dijminahiya Tirkiyê biparêzin.