Li Efxanistanê teqîn..4 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn

Li Efxanistanê, ji ber rûdana teqînekê, 4 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Navenda Polîsên Efxanî ragihand ku vê sibehê li wîlayeta Qendehar, li başûrê welêt mayînek ku berê hatibû çandin, teqîye.

Navendê diyar kir ku di vê teqînê de, 4 kes hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Heftiya borî jî, li Kabola paytext rêzeteqîn çêbibûn û di encamê de, kuştî û birîndar hebûn.

Back to top button