Ji bo HDP were girtin doz hat vekirin-HAT NÛKIRIN

Li Tirkiyê zext û êrîşên li ser HDP’ê dewam dikin. Duh careke din Dozgeriya dewleta Tirk ji bo girtina HDP’ê doz vekir û dozname şand dadgehê.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan derbarê mijarê de diyar kir ku doza girtinê wê HDP’ê mezintir û bi hêztir bike û got, “Têkoşîna me dê mezintir bibe. Bila AKP encama doza girtinê bihesbîne ne HDP.”

Serdozgeriya Tirk, ji bo HDP bê girtin cardin îdianame amade kir û ji Dadgehê re hat şandin.

Ev dozname ji 850 rûpelan pêk tê û tê de daxwaza qedexekirina siyasetê li 500 endamên partiyê tê xwestin.

Dadgeha Destûra Bingehîn jî ji bo gilînameya nû ya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê, raportorê ku gilînameya destpêkê lêkolîn kir jinûve wezîfedar kir.

Raportor divê rapora xwe ya têkildarî lêkolîna destpêkê biqedîne û pêşkêşî heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn bike.

Piştî vê wê heyet lêkolîna destpêkê ser dozê bike û biryarê bide ku gilînameyê qebûl bike yan na.

Li gorî hukmên Qanûna Mûhakemeya Ceza ev pêvajo wê ji dema şandina gilînameyê û pê ve ne zêdeyî 15 rojan be.

Pervîn Bûldan: Doza girtinê wê HDP’ê mezintir û bi hêztir bike

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di civîna koma partiya xwe de derbarê doza girtina li dijî HDP’ê aixvî.

Pervîn Bûldan diyar kir ku daraza ku nikare li dijî rêxistinên sûc derbikeve, ji nû ve darbarê HDP’ê de doza girtinê vekir û ji bo pergala mafyayê bûye mertal.

Pervînê da zanîn bi tu awayî derbarê mafyayê de lêpirsînê venakin, lê ji bo HDP’ê bigirin doz vedikin û wiha got,

“Doza girtinê wê HDP’ê mezintir û bi hêztir bike û têkoşîna me dê mezintir bibe û em ê tu carî vê qadê ji tarîtiya pergala mafya çete re bernedin. Bila AKP encama doza girtinê bihesbîne ne HDP.”

Hevşaredarê Wanê Mustefa Avci hat binçavkirin

Li rex vê, girtin û binçavkirina endam, hevşaredar û parlementeraên HDP’ê jî dewam e.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci, ku erka wî hatiye desteserkirin û qeyûm li şûna wî hatiye danîn, îro sibehê hate binçavkirin.

Li Amedê 5 kes hatin girtin

Li Amedê ji 18 kesên berî niha hatîn binçavkirin, 5 kes hatin girtin.

Ev jî mîna her tim û yên berî niha bi hinceta “endametiya rêxistinê” hatine girtin.

Back to top button