Kenala Youtube a Med Muzîk TV’yê, bêyî sedem ji aliyê şirketê ve hat girtin.
Desteya weşanê ya kenalê bi riya daxwiyaniyekê ev yek piştrast kir û got:
“Kenala me ya muzîkê bi hinceta ku rêgezên civakî binpê kirine hate girtin..
Girtina wê, êrîşek e li dijî nirxên gelê Kurd.
Nirx û nîşaneyên neteweyî yên gelê Kurd, beyî ku tu hincet bê nîşandan, tên qedexekirin..
Pêkanîna biryarên xwecihî yên rêveberiyên faşîst li platformên navneteweyî, hewildaneke siyasî û bi alîgirî ye. ”
Di daxwiyaniyê de desteyê hêvî kir ku dawî li van pêkanînan bê anîn û rêz ji nirxên neteweyî yên Kurdan re bê girtin.
Em ê bi rêgezên xwe yên weşangeriyê ve girêdayî bin û bigihînin astên bilind ên xurttir.
Ji bo gelê me xwe bigihîne me, em ê li her platformê hebin.”