Dagirkeran gundên Tewîla yê Til Temirê û Um Hoş ê Şehbayê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmê ji Şehba heta Minbic, Eyn Îsa û Tiltemirê didomînin..
Îro careke din gundê Tewîla yê Til-Temirê û Um Hoş ê Şehbayê ji aliyê dagirkeran ve hat topbarankirin..
Meclis Leşkerî ya Minbicê jî bîlançoya êrişên dewleta Tirk eşkere kir..
Meclisê got; Di 10 rojan de 445 top li gundên bakur û rojavayê Mincibê ketine û zirarên madî çêbûne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmê ji Şehba heta Minbic, Eyn Îsa û Tiltemirê didomînin..

Îro danê nîvro, careke din gundê Tewîla yê Til Temirê hat topbarankirin..

Danê sibehê jî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Um Hoş ê Şehbayê topbaran kirin.

Duh jî dagirkeran gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê topbaran kir.

Top rasterast li 2 malan ketin.

Di encamê de jina bi navê Nedra Zekeriya Elî ku ji gundê Eyn Darê ye birîndar bû.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Di 10 rojan de 445 top li herêmê ketin

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî gundên bakurê û rojavayê Minbicê jî zêde kirin e..

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bi daxuyaniyekê encamên êrişên dewleta Tirk a 10 rojên dawiyê eşkere kirin..

Li gorî daxuyaniyê,

Di 10 rojên derbasbûyî de li eniyên bakur û rojavayê Minbicê,

Rojane gundên Hoşeriyê, Cat, Toxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Edese, Seyade, Yalinlî, Qertwêran, Kor Hiyûk, Ceble Hemra, Boxaz, Kewiklî û bajarokê Erîme hatin topbarankirin..

Ji baregehên li hemberî eniyan, gundên Qîrate, Toxar, Helûncî, Yaşlî, Şêx Nasir, Zerzor û Şiweyhe kirin armanc.

Dewleta Tirk ev baregeh ji bo tirsandina niştecihan bi kar anîn û di 1’ê Hezîranê de bi balafirên bêmirov ên biçek gundê Ereb Hesen bombebaran kir.

2`yê Hezîranê çeteyan 3 caran û ji 3 aliyan ve hewl da bikevin gundê Mihsenlî, lê rastî berxwedana hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatin û êriş hat têkbirin…

3`yê Hezîranê jî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniya bakur, çeteyekî “Mertalê Firatê” yên girêdayî artêşa Tirk kuştin..

Her wiha çeteyekî din jî dema hewl dida mayinan li derdora gundê Mihsenlî bicih bike, birîndar bû…

Di 10 rojan de 445 top li gundên navborî ketine û zirarên madî çêbûne.”

Back to top button