Ji Fermandarên QSD’ê Fîras Çekjîn: Ji bo parastina herêmê, amadekariyên me mezin in

Yek ji Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Fîras Çekjîn têkildarî amadekairyên hêzên wan ji bo êrişeke muhtemel ji televezyona me re got:
Li ser erdê amadekariyên me yên mezin hene.
Rêbazê me yê şer ne mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ye.
Divê gelê me li pişta me be û bi me bawer be.

Li hêlekê dewleta Tirk a dagirker gefa êrişeke nû dixwe, li hêleke din jî Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo parastina herêmê, amadekariyên xwe zêde dike..

Ji fermandarên QSD’ê Fîras Çekjîn eşkere kir ku li ser erdê hêzên wan xwedî amadekariyeke mezin e da ku bersivê bidin êrişeke muhtemel a dewleta Tirk.

Fîras Çekjîn: Wê şer ne mîna Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî be

Çekjîn bal kişand ser berxwedana li Serê Kanî, Girê Spî û Efrîn û got: Em ne mîna berê ne û rêbazê şer hatiye guhertin.

Ji fermandarên QSD’ê Fîras Çekjîn daxwaz ji gelê herêmê kir ku bila bsweriya we bi QSD’ê hebe..

Fîras Çekjîn: Divê gel baweriya xwe tenê bi QSD’ê bîne

Duh jî Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku hêzên wan ji bo bersivdayîna şerekî demdirêj xwe amde dikin.

Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji Ronahî TV re diyar kiribû ku, ew ne şerxwaz in, lê eger êriş çêbibe, ew ê berxwedaneke dîrokî bimeşînin.

Meclisa Leşkerî ya QSD civiya “wê êrişa dewleta Tirk Sûriyê parçe bike”

QSD’ê civîneke awarte lidarxist

Back to top button