Di vê dema ku dewleta Tirk êrişî başûrê Kurdistanê û Rojava dike, li Bakurê Kurdistanê jî zextên xwe zêde kirine.
Vê sibê polîsên Tirk li Amedê bi ser gelek malên rojnamevan û avahiyên ragihandinê de girtin û zêdeyî 17 rojnamevan binçav kirin.
Li bajarê Şirnexê jî bi heman rengî gelek kes hatin binçavkirin.
Dewleta Tirk ya dagirker ku bê navber êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û derbên giran ji gerîlayan dixwe, zext û êrişên xwe yên li bakurê Kurdistanê jî zêde kiriye.
Desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo ku li ser desthilatê bimîne bê navber li bakurê Kurdistanê jî êrişî gel, saziyên siyasî û civakî yên Kurdan dike.
Yek ji qada ku dibe hedefa êrişên desthilata AKP’ê jî sazî û dezgehên ragihandinê ne.
Polîsên dewleta Tirk vê sibê li Amedê di saet 4’an de bi ser gelek malên rojnamevanan de girtin û lêgerîn pêk anîn.
Di encamê de 17 rojnamevan hatin binçavkirin.
Di nav wan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firatê Serdar Altan,
Rêvebera JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtor Gulşen Koçûk û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Oruc jî, hene
Hat ragihandin ku polîsên dewleta Tirk li ajansa Jinnews a Amedê hemû hardên komputer û gelek alavên ajansê birine.
Li Şirnexê jî bi dehan kes hatin binçavkirin
Polîs û cendirmeyan di saetên serê sibehê de li Şirnex û gundên wê bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes hatin binçavkirin.
Di malên ku bi ser de hatiye girtin bi saetan lêgerîn hate kirin û rewşa awarte ya li gundan berdewam dike.
Hate ragihandin ku kesên hatine binçav kirin birine Fermandariya Lîq a Şirnexê.