Gireva birçîbûnê ya zîndanan di roja 28. de didome

Ji bo dawîanîna tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê ya dîlgirtiyên azadiyê di roja 28’emîn de didome.

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi awayekî bêdem û dorveger pêk tê. Çalakî di roja 28’emîn de ji aliyê koma 6’emîn ve didome.

Îro jî 7 girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê ên li girtîgeha bajarê Wanê ketin gireva birçîbûnê.

Li Mexmûrê koma 4. çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclisa Îştar a Mexmûrê ya ji bo piştgirî dayîna greva birçîbûnê di roja 7’an de didome.

Çalakiya ku bi dorveger pêk tê, îro ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê ve bi merasîmekî hate dewr girtin.

Li ser navê koma 3’emîn Besê Budak derbarê girevên birçîbûnê de axivî û got:

Em ê heta dawiyê xwedî li Rêber û girtiyên xwe derkevin û ji hevalên xwe yên koma 4’an re jî serkeftinê dixwazin.

Back to top button