Civîna Partiya Demokratiya Kurdistan û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ya der barê aloziya Zînî Wertê, hat bipaşxistin.
Biryar bû, ku îro PDK û YNK’ê der barê aloziya li Zînî Wertê de li Hewlêrê biciviyana, lê belê civîn hat bipaşxistin.
Li gorî agahiyan, duh bi şev, biryara vê yekê hat dayîn û heya niha sedema vê bipaşxistinê diyar nebûye.