Menendez: Divê yek leşkerê Tirk li Qibrisê nemîne

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Menendez got:
Divê leşkerekî Tirk jî li Qibrisê nemîne.
Menendez anî ziman ku nabe ew balafirên F-16 bidin destê Erdogan.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê senator Robert Menendez di çalakiya online ya ku ji aliyê Komîteya Koordînasyona Têkoşîna Qibrisê PSEKA ve bi boneya 39. salvegera “serxwebûna” dewleta sexte ya Tirkên Qibrisê hat lidarxistin de, axivî.

Menendez got:

“Divê leşkerekên Tirk ji girava Qibrisê derkeve.

Di demekî ku Erdogan li Qibirs û yên din dixweaze hêza xwe nîşan bide de, piştevaniya Amerîka ya li kêleka Komara Qibrisê hîn girîngtir dibe.”

Menendez îşaret bi xaka Qibris ya ji aliyê Tirkiyê ve hatî dagirkirin kir û wiha got:

“Divê metirsiya li ser herêma dagirkirî cidî bê dîtin.

Divê Amerîka balafirên şer ên F-16 nede destê Erdogan.

Heta ku Tirkiye dest ji tevgerên xwe yên êrîşkar yên li herêmê bernede ez firotina F-16’an napejirînim.”

Back to top button