Çavkaniyeke ewlehî ya Iraqî ragihand ku, serçeteyê DAIŞ’ê yê nû Ebû Ibrahîm Haşimî El-Qureşî sûd ji rewşa Coronayê girtiye û bi awayekî veşartî derbasî Iraqê bûye.
Li gorî çavkaniyê, El-Qureşî ji bo jinû ve DAIŞ’ê bi rêxistin bike û êrîşan di hindirê Iraqê de pêk bîne, derbasî welat bûye.
Berî niha hatibû ragihandin ku ev çete li bajarê Dîlok ê Tirkiyê bû, lê hinek aliyên leşkerî yên Iraqî dibêjin ku ev çete qet ji Iraqê derneketiye û belgeyên wan der barê vê agahiyê de hene..
Ji van idian diyar dibe ku ev serçeteyê DAIŞê di navbera herdu welatan de diçe û tê.