Hêzên Ewlekariyê: 3 bazirganên şûnwaran li navçeya Eyn Îsayê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê ragihand ku duh 3 bazirganên şûnwaran li navçeya Eyn Îsayê girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê eşkere kir ku 3 kesên ku parçeyên şûnwaran vediguhastin da ku piştre qaçaxtiya wê bikin bi rêya kemînekê girtin.

Nivîsgeha Têkbirina Sûcên Birêxistinkirî destnîşan kir ku li cem hersê kesan alava keşfkirina madeyên vekolîna şûnwar û derxistina wê jî hebûn.

Hêzên ewlehî got kesên tewanbar radestî edaletê kirin ku darizînin.

Li gorî qanûnên Rêveberiya Xweser, bazirganên bi şûnwaran sûceke cînayî ye ku nasnameya herêm, dîrok û şaristaniya wê diçewisîne û li gorî wê tewanbar tên darizandin.

Back to top button