KJK:Xwedî li Rêber Ocalan û girtiyan derkevin

Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku vîrûsa Corona encama krîza pergala Kapîtelîzmê ye û banga xurtkirina daxwaziya azadiya Rêber Ocalan û girtiyên siyasî kir.

Koordînasyona KJK’ê, têkildarî metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê daxuyaniyeke nivîskî da.

KJK’ê da zanîn ku vîrûsa Corona encama krîza pergala Kapîtelîzmê ye û xeteriyeke ku mirov pê re rû bi rû tên.

KJK’ê destnîşan kir ku gelek welat bi cidiyet li dijî belavbûna vîrûsê tedbîrên xwe negirtin, yek ji van dewletan jî Tirkiyê ye.

KJK’ê, li hember belavbûna vîrûsa Corona, balkişand ser rola girîng a rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, tevgerên jinan, ciwan û partiyên siyasî û teqez kir ku ger sazî tedbîran negirin û gel jî piştgirî nede wê windahiyên cidî çêbibin.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê di daxuyaniya xwe de balkişand ser tecrîda li ser rêber Ocalan û zextên li ser girtiyên siyasî.

KJK’ê diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku Rêber Ocalan û girtiyên siyasî yên di nava tecrîdê de qir bikin dengê wan nadê bihîstin, bimirin jî kesek nîne ku destê xwe dirêj bike.

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gel kir ku bila bi cidiyet nêzî pêvajoyê bibin.

Her wiha bang hat kirin ku di vê dema vîrûsa Corona belav bûyê de divê daxwaza azadiya Rêber Ocalan û girtiyên siyasî yên din jî xurtir bibe.

Back to top button