Li Iraqê ji ber vîrûsa Corona 76 rewşên nû hatin tomarkirin

Li Başûrê Kurdistanê 2 kesên din bi vîrûsa coronayê ketine û jimara nexweşên vîrûsê bo 115 kesan bilind bû.

Her wiha roja duh înê, jimara herî bilind a rewşên corona li Iraqê hat tomarkirin. Wezareta Tenduristê ya Iraqê 76 rewşên nû yên vîrûsê li Besra, Necef û Bexdayê ragihand.

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsê, Fransa biryar da ku hemû hêza xwe ya li Iraqê heta demeke ne diyar, vekişîne.

Her weha Amerîka û Brîtanya jî ragihandin ku ew ê beşekî ji hêzên xwe yên li Iraqê, ku di nava şandeya rahînanê de dixebitin, weke rêkarekê li dijî coronayê, vekişînin.

Wezareta derve ya Amerîka jî duh ragihand ku, ew ê karmendine xwe ji balyozxaneya xwe ya li Bexdayê û ji konsolosxaneya li Hewlêrê, vekişîne.

Li Iraqê heta niha 458 kes b coronayê ketine û jimara qurbanan 40 kes in.

Tê zanîn ku rêjeya mirina bi corona li Iraqê 9,42 ye û ev rêje li gorî ya Çînê ku 4,05 e, pir bilind e.

Back to top button