Hêzên PDK’ê doh şev li Amêdiyê careke din êrişî gerîlayan kir

PDK di şerê birakujiyê de israr dike û careke din hêzên PDK’ê li navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê êrişî gerîla kir.

Ajansa Firatê ragihand ku doh derengiya şevê hêzên taybet ên PDK’ê li derdorî gundê Dêreşê yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê kemîn danî li ser rêka gerîla û li gerîla gûle reşandin e.

Hate ragihandin li ser gule reşandinê şereke dem kurt qewimî ye.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku hêzên PDK’ê 26’ê Tîrmehê li Herêma Xelîfanê gerîla xistine kemînê 3 gerîla şehîd bibûn.

Herî dawî jî li heman herêmê 28-29’ê Tebaxê komek gerîlayan a ji 7 kesî pêk dihat, bi heman rengî dixin kemînê 5 gerîla şehîd dibin, aqûbeta gerîlayek nediyare û gerîlayek jî bi saxî rizgar bibû.

Back to top button