Li Hesekê bi merasîmekê şehîd Îbrahîm Hemûd hat oxirkirin

Şêniyên Hesekê bi merasîmekê şehîd Îbrahîm Ehmed Hemûd li goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.

Îbrahîm Ehmed Hemûd; endamê Hêzên Asayîşê bû û berî niha dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd, bi sedan ji şêniyên Hesekê li goristana Şehîd Dijwar merasîmek li dar xist.

Li ser navê YPG’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan di merasîmê de axaftin hatin kirin.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Dawiyê jî cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hat veşartin.

Back to top button