Li Kerkûk û Silêmaniyê şehîd Bîrîtan bi merasîmên cuda hat bibîranîn.
Merasîma Kekûkê ji aliyê Meclisa Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) ve hat lidarxistin.
Tê de endama RJAK’ê Zêrîn Tacettîn bal kişand ser lehengiya şehîd Bêrîtan û got bi vîneke mezin şehîd Bêrîtan li dijî xiyanetê rabû.
Piştre li ser têkoşîn û jiyana Bêrîtan sînevîzyonek hat nîşandan.
Li Silêmaniyê jî bi heman armancê merasîmek pêk hat û li wir jî sînevîzyon hat nîşandan.