“Li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo têkoşînê geş bikin”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku hilbijartin firsendeke dîrokî ye û got,
“Ez bang li hemû gel û kesên ku li Tirkiyeyê li dijî faşîzmê ne, dikim, divê vê firsenda dîrokî baş were bikaranîn.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna taybet a bi ANF’ê re, tecrîda li ser Rêber Apo, hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê tecrîda li ser Rêber Apo ev nirxandin kir:

“Demeke dirêj e tu têkilî bi Rêber Apo re tune. Ev tê wateya ku komplo wekî tecrîda mutleq didome.

Ev tecrîda mutleq di nav tevgera me de, di nav gelê me de, di nav sosyalîstan, têkoşerên demokrasî û azadiyê de, fikaran çêdike.

Ji ber vê yekê divê her kes li cihê ku lê ye, bi berpirsyarî tevbigere. Divê têkoşînê geştir bike.

Divê mirov şert û mercên ku Rêber Apo têdikoşe û ev paradîgma çawa pêş xistiye, bide fêmkirin.

Ger ev yek bê kirin, ez difikirim ku wê zextên li ser Komara Tirkiyeyê zêde bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”

“Partiya Çepên Kesk divê bi rengekî xurt xwe bigihîne parlamentoyê”

Cemîl Bayik bal kişand li ser xebatên hilbijartinê diyar kir ku divê Partiya Çepên Kesk bi rêjeyek mezin xwe bigihîne meclîsê û wiha got:

“Partiya Çepên Kesk divê xwe baş rêxistin bike, têkoşîna xwe ya hilbijartinê baş bimeşîne û xwe bi rengekî gelekî xurt xwe bigihîne parlamentoyê.

Eger vê yekê bike, wê ev firsenda dîrokî di aliyê demokrasiyê de were nirxandin.

AKP-MHP’ê wê bi dawî bibe û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê gav were avêtin.

Êdî tiştekî ku AKP û MHP bidin civak, jin, Kurd, Elewî, kedkar û gelan tune, tiştekî wan nemaye

Ya ku pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike, Partiya Çepên Kesk e. Ev rastiyek e.

Hema hema her kes vê yekê tîne ziman. Wê demê Partiya Çepên Kesk divê vê rolê xwe baş bilîze.”

Back to top button