Li Wanê çawîşekî pispor destdirêjî li 2 xwendekaran kir

Li bajarên kurdan ên Bakurê Kurdisatanê hin bûyer û sûc hene bi zanebûn tên kirin.. Ji wan jî destdirêjiya zarokan ku tim tê kirin.. Herî dawî Li Wanê leşkerê Tirk ê bi navê Talîp K. destdirêjî li 2 zarokên xwendekar kir.

Çawişê pispor Talîp K. li Wanê du xwendekarên amedeyî li erebeya xwe siwar dike û dibe mala xwe û madeya hişbir dide wan.

Her du zarok bi vê madeyê ji ser hişê xwe diçin, dema tên hişê xwe direvin û berê xwe didin dibistanê.

Hevaleke her du xwendekaran meseleyê ferq dike û bi mamoste re parve dike.

Li ser hewldana mamoste, her du xwendekar tiştên hatine serê wan vedibêjin û diyar dikin ku ew rastî destdirêjiyê ji aliyê pisporê çawîş ve hatine.

Li ser giliyê xwendekaran Talîp K. hat girtin û dadgehê ew şand girtîgehê.

Beriya niha bi dehan zarok rastî sûcên bi vî rengî hatine, lê ji ber ku qurban kurd in, sûcdar nedihatin cezakirin.

Vê jî rê li ber gelek kesên din vekir ku heman sûcî bikin û ev bûyer jî zêde bibin.

Back to top button