Raportorê Neteweyên Yekbûyî yê mafên mirovan li Îranê Cawîd Rehman dibêje “tenê di sala 2020’an de 250 kes ku 4 ji wan zarok in ji aliyê Rejîma Îranê ve hatine bidarve kirin.
Raportorê NY yê mafên mirovan duh li pêşiya Komîteya Mafên Mirov a Civaka Giştî ya NY piştrast kir ku Îran “bi rêjeyek metirsîdar” cezayê bidarvekirinê pêk tîne.
Her wiha ragihand ji destpêka sala 2021’ê û heta niha 230 kes bidarve kirine ji wan zarokek 9 jin in.
Cawîd Rehman diyar kir ji bilî bidarvekirinê, rewşa giştî ya mafên mirovan li Îranê xerab e.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî – Amnesty International berî niha ragihandibû li Rojhilata Navîn sala borî Îran di serê lşsteya bidarvekirina mirovan de bû.