Rejîma Îranê rê nade cenazeyê Armîta li Kirmaşanê were veşartin

Rayederên Îranê destur nedan cenazeyê zaroka Kurd Armîta Girawend li Kirmanşanê were veşartin.
Li ser vê yekê cenazê di bin dorpêçê de li Tehranê hate veşartin.
Hate ragihandin, piştî merasîmê 8 kes hatine girtin.

Roja 1’ê Cotmehê Jina ciwan a bi navê Armîta Girawend (16) li paytexta Îranê Tehranê qebûl nekir ku hîcab bide serê xwe.

Li ser vê yekê hêzên rejîmê êrişî Girawend a xelkê bajarê Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê ye kirin

Di encamê êrişa polîsên exlaqê yên Îranê de Girawend bi giranî birîndar bû û kete komayê.

Duh di saetên sibehê de jina ciwan Armîta piştî 28 rojan, li Nexweşxaneya Fecir a li Tehranê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Armîta din bin dorpêçê de li Tehranê hate veşartin

Dihata payîn cenazeyê Armîta li Kirmaşanê were veşartin,

Lê rayedarên Îranê gef li malbatê xwarin û ev yek asteng kirin.

Li ser vê yekê cenaze di bin dorpêçê de li Goristana Beheştî Zera ya Tehranê hat veşartin.

Hate hînbûn ku 8 kesên tevli merasîmê bûne hatine girtin.

Back to top button