Di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li Şengalê bi hezarana jinên Êzidî ketin dest çeteyên DAIŞ’ê.
Çeteyan ew li bazaran firotin û her cûre êşkence li wan kirin.
Piştî 8 salan jina ciwan a Êzidî Wefa ji dest ê jinên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Ew jî di operasyona ewlehî û mirovî de hat xilaskirin.
8 salan di bin gefa mirinê de jiyan kir.
Hovan ferman bi serê wan de anî.
Şengal.
A ku weke deqeke reş li ser eniya mirovahiyê ye, xwedî çîrokeke dirêj e.
Sala 2014’an DAIŞ’iyan hatin axa wan gemar kirin.
Bi ser de jî bi hezaran jinên Êzdî revandin û li welatan gerandin.
Yekî dida destê yê din.
Wefaya Êzdî jî di nava wê jinên dilgirtî de cihê xwe digirt.
Nêzî 4 sal in di Kampa Holê de ye.
Di operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, şervanên YPJ ‘ê ew ji nava lepên hovan xilas kirin.
Ne rojek û ne du roj ev 8 salin wefa dûrî warê xwe ye.
Piştî ewqas sal wefa ji dest jinên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Û va ye bi malbata xwe re di axive.
Zimanê wê pê dane jibîrkirin.
Dayîk bi zimanê Kurdî, ew bi zimanê Erebî di axive.
Lê dayîk û keç bê ku hev fahm bikin, hev fahm dikin û êşa xwe parve dikin.
Hêsrên wefa êşa wê ya 8 salan radixe ber çavan.
Dibe ku rizgarkirina wefa cihê kêfê be, lê hîna êş û keser di dilê malbata wê de maye.