Hêzên Asayîşê Li Kampa Holê zindanek ku DAIŞ’ê têde jin êşkence dikirin dîtin

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 12´yan de bi lêgerîna li beşa 5´an a kampa Holê didome.
Li beşa 7’an de 4 jinên kelemçekirî û li ser bedena wan şopên îşkenceyê hebûn, hat dîtin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku li kampa Holê di 25´ê Tebaxê de hat destpêkirin , keta roja xwe ya 12´yan.

Operasyonên lêgerînê îro li beşa 5´an dest pê kir.

Di wê beşê de koçberên sûrî hene.

Hêzên Asayîşê û YPJ’ê Zindanek ku ku DAIŞ’ê têde jin êşkence dikirin dîtin.

Di vê zîndanê de 4  jinên destkelepçekirî hate dîtin.

Û li ser bedena wan şopên îşkenceyê hebûn, dîtin.

Nasnameyên jinan nehatin zanîn.

Hîna operasyona lêgerîn û paqijiyê didome.

Back to top button