Nejad Qadirî: Divê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bê kirin

Endamê Mekteb Siyasî ya Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistanê Nejad Qadirî diyar kir ku divê bi her awayî piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bê kirin.

Nejad Qadirî derbarê êrişên dewleta Tirk yên ser Rojavayê Kurdistanê de bertek nîşan da.

Qadirî diyar kir ku dewleta dagirker her tim dijî Rêveberiya Xweser hêzê bikartîne û got:

Lê ji ber berxwedana pêşengên Kurdan, nekariye biserkeve û hemû hewldanên wî binketine..

Berxwedana şervanan ya hemberî dewleta Tirk, bûye sedem ku hewldanên Tirkiyê têk biçin. ”

Nejad Qadirî tekez kir ku divê bi hemû awayî piştgiriya Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê were kirin.

Back to top button