Navgînên ragihandinê yên Rûsî: Rûsya biniyet e balafirgeha Qamişlo kirê bike

Rûsya biniyet e mabûna xwe li Sûriyê xurt bike û baregeheke nû li bakurê Sûrî ava bike.

Rojnameya Nezavisimaya Gazeta ragihand ku Rûsya wê balafirgeha Qamişlo heya 49 salan kirê bike.

Ev jî ji bo bi rêya radarê S-400 ê li balafirgehê karibe tevgera asmanî ya Emerîkî li Îraqê bişopîne.

Rojnameyê li ser zimanê hinek çavkîniyên Rojavayî û pisporine serbazî yên Rûs anî ziman ku Moskow û Şamê der barê vê mijarê de nîqaşê dikin.

Çavkaniyan diyar kir ku belkî Rûsya baregeheke din jî li bakurê Sûrî ji bo berjewendiyên xwe kirê bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku hebûna Rûsya li Qamişlo wê bihêle rejîma Sûrî giştî herêmê kontrol bike û wê bihêle rejîm û Kurd bigihên lihevkirinekê.

Li gorî rojnameyê, wê ev yek rê li ber mabûna Emerîkî û Tirkî jî bigire.

Leave a Reply

Back to top button