Ayşe El-Receb: Tirkiyê êrîşî nasnameya çandî ya gelên herêmê dike

by ehmad aseed
140 views
Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser metirsiya xwe ji bo talankirina şûnwarên dîrokî yên li Serê Kaniyê û dubarekirina sînaryoya Efrînê li Herêmê anî ziman û diyar kir ku armanca dewleta tirk ji êrşan qirkirina dîroka kurda ye.

Heseroka Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser Ayşe El-Receb diyar kir ku Tirkiyê êrişî nasnameya çandî ya gelên herêmê dikin û got,

Em dûr nabînin ku çeteyên Tirkiyê parçeyên dîrokî yên li Girê Spî û Serê Kaniyê talan bikin û di nav Tirkiyê de bifroşin.

Mîna ku berê li herêmên dîrokî yên li kantona Efrînê kirine.

Ayşe destnîşan kir ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de 40 cihên dîrokî bi wêrankirin û talankirina çeteyên Tirkiyê re rû bi rû mane, hene.

Ayşe balkişand ser ku cihên dîrokî yên li wan herêmê ji girîngtirîn cihên dîrokî li Sûriyê tê hesibandin.

Heseroka Desteya Çand û Hunerê Ayşe El-Receb bang li UNESCO’yê kir ku ji bo parastina şûnwarên dîrokî yên herêmê ji talankirin û xirabkirinê bi lez bilive.