Nûnerên saziyan ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê bang kirin

FEDA û AABF’ê ku li Ewropayê kar dikin, ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê banga piştevaniyê kirin.

Serokê Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA) Demîr Çelîk got:

“Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo bindestan, xizanan, kedkaran gelekî girîng in.

Eger em 14’ê Gulanê bi vê stratejiyê pêşwazî bikin hingî em ê bi ser bikevin.

Em ê karibin faşîzmê têk bibin..

Tecrîdê bişikînin, dawî li zilm, dagirkerî û zextê bînin..”

Berdevkê Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê Hasan Dersim jî ev anî ziman:

Li welatekî ku zilm û zordarî li gelan tê kirin, hilbijartinên 14’ê Gulanê gelekî girîng e.

Bêguman ev hilbijartin wê her tiştî çareser neke..

Ji ber vê yekê eger hûn dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk, hingî hûn ê gaveke girîng biavêjin.”

Hasan Dersim bang li her kesî kir ku di vê çarçoveyê de dengê xwe bi kar bînin.

Serokê Herêma Baden Wurttembergê yê AABF’ê Sedat Bîcan jî got:

“Deng ji Kemal Kiliçdaroglû re ye..

Lazime deng ji Partiya Çepên Kesk re bê dayin.”

Back to top button