Li Iraqê serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin û 3 çete hatin kuştin

Navenda Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama oprasyonên wan ên li Bexdaya paytext de, serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin.

Piştî bidestxistina agahiyan ji vî serçeteyî jî, Navenda Terorê oprasyonên cuda li herêma El Herkawî, El Dewra, El Ridwaniya û Elzêdan pêk anîn.

Di encamê de, 3 çeteyên DAIŞê ku destê wan di êrîşên xwekuj ên biriya çend mehan li Meydan El Teyaran de hebûn, hatin kuştin.

Terorîstek tevî cebilxaneya xwe hat girtin

Li Cezayîrê jî, Wezareta Parastina bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşê li Çiyayê Şawn yê eyaleta Medya, terorîst ku Kilaşinkovek û 3 cebilxane pê re bûn, hat kuştin.

Li gorî wezaretê, ji destpêka 28 Nîsanê û heta 4 vê mehê, 3 çete li parêzgeha Xenşela hatibûn girtin û 6 nuqteyên terorîstan jî li 2 parêzgehan hatin vedîtin.

Back to top button