Dozgeriya Parîsê bûyer dewsa siyasî edlî girt dest

Wezîrê Edaletê yê Fransayê, komkujiya 23’ê Kanûnê li Parîsê pêk hatî, bi nûnerên Kurdan yê Parîsê re hevdîtin kir.

Wezîrê Edaletê Erîc Dûpond-Morettî, şandeyek ji Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê qebûl kir.

Wezîr di civîna bi nûnerên Kurdan re li dar xistî de axivî û got: “Beriya her tiştî me ji nîşakirina piştgiriya xwe ya ji bo hemû Kurdan, ev hevdîtin pêk anî.

Fransa xemgîn e, nirxandina binpêkirinên mafan, tenê di berpirsiyariya rayedarên edlî de ye.

Wezîr spasiya gelê Kurd kir û got ku bi komeleyên Kurdan re piştevaniyek bi hêz danîne.”

Dozgeriya Parîsê komkujiya parîsê dewsa weke êrişeke tororî bigre dest di çarçoveya sûcê “komkujiyên nîjadperest” de weke “bûyerek edlî” lêpirsîn da destpêkirin.

Kurdan û nûnerên partiyên siyasî yên çepgirt bertekên tund nîşanî vê, pênaseyê dan.

Endamê berê yê Serokkomariyê û lîderê partiya La France Insoûmmîseyê Jean-Lûc Melenchon, jî got ku ev ne tesadufe, ev êrîş “sûîqast e.”

Melenchon jî got: “Ev çalakiyek terorî ye û em dixwazin Dozgeriya Antî-Teror a Neteweyî lêpirsînê bide destpêkirin.”

Back to top button