Li Swîsreyê roja destpêkê ya dengdanê

Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê dengdana li derveyî welat dewam dike.
Li Swîsreyê dengdanê sibeha Şemiyê saet di 09:00 de destpê kir.

Li 3 bajarên Swîsreyê li 24 cihên dengdanê 6.232 hilbijêrî dengê xwe dan.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç serdana cihên dengdanê yên li Swîsreyê kir.

Yuksel Koç li vir axivî û got:

Dengên li derveyî welat gelekî girîng in ..

Lewma em bang li her kesî dikin ku dengê xwe bi kar bîne.

Ji niha û pê ve berprisyariya me ew e ku hilbijêran bigihînin cihê dengdanê ..

Em dengê xwe didin Kemal Kiliçdaroglû..

Di hilbijartinên parlamentê de jî em dengê xwe didin Partiya Çepên Kesk.

Hevşaredara berê ya Sûrê Fatma Şik ku li bajarê Cenevreyê hilbijartinê dişopîne dibêje:

Dengdan wê 9 rojan li vê derê dewam bike.

Ev hilbijartin ji bo me gelekî girîng e.

Divê her kes ji roja dawî re nehêle û dengê xwe bi kar bîne.

Back to top button