Parlementerê Iraqê Mihemed Şebekî diyar kir ku sedemê pevçûna artêşa Iraq û PDK’ê ya li Qereçoxê, ji ber ku PDK’ê dixwest li ser daxwazên Tirkiyê li cihên gerîla ji vekişiyan bicih bibe.
Parlementerê Berê yê Iraqê Mihemed Şebekî têkildarî sedemên derketina şerê li Qereçoxê ji medya navxwe ya Iraqê re axivî
Mihemed Şebekî got:
“Di hin aliyan de lihevkirinên ewlehiyê di navbera PDK’ê û Tirkiye de heye.
PDK bi armanca zextan li ser Partiya Karkerên Kurdistan çêke.
Bi piştgirya dewleta Tirkiyê û van lihevkirinan PDK’ê xwest xwe li cihê gerîlayên HPG’ê jê vekişiyan bicih bibe.”
Şebekî eşkere kir ger PDK deverê kontrol bike, tê wateya ku lihevkirina li gel Enqereyê û dixwaze ji aboriya herêmê sûdê werbigire.
Hêjayî bi bîrxistinê ku Fermandariya Parastina Gel (NPG) di 19’ê Cotmehê de ragihand ku Hêzên wan ji Mexmûr vekişiya Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Piştî wê di heman rojê de Firqeya 14 a artêşa Iraqê li cihên ku hêzên HPG’ê valekirine ji bo valehiya ewlehiyê çênebe xwe bi cih kirin.
Di şerê Qereçox de endamê MIT’ê yê bi navê Yavuz Erdem hate kuştin



