Ragihandina Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ragihand ku keseke ku endamê MIT’ê bû di nav pêşmergeyan de di şerê Qereçoxê de hatiye kuştin.
Rojev Mexmûr li ser hesabê xwe yê X têkildarê mijarê ev agahî parvekir:
“PDK’ê veşart me derxist:
Kesê 3’yêm ê hatî kûştin endamê MÎT’ê ye
PDK’ê Ragihand ku 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.
Lê PDK yek ji wan veşart.
Li gor çavkaniyên ku ji nav pêşmergeyan ji me re hatine kesê 3’yem ê hatî kuştin û hatî veşartin endamê MÎT’ê ye û hatiye veşartin.
Navê wê kesê di nav pêşmergeyan de Ehmed Hisên e û navê wî yê rast Yavuz Erdem e.
Û ev demek bû bi cil û bergên pêşmergeyan li Çiyayê Qereçox li gel pêşmergeyê fermandar ê bi navê Qehar Cehwer Qehar ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest dayî, wek alîkar tevdigeriya.”
Di êvara 22’yê Cotmehê de li Çiyayê Qereçox a Mexmûrê di navbera Hêzên Iraq û PDK’ê de şer û pevçûn çêbû.
Rayedarên Tirkiyê jî bi awayeke eşkere diyarkirin ku ew ê ji bo holê rakirina wargeha Mexmûrê çi destê wan bê dê bikin.