Li Derayê hêzên hikûmeta Şamê û komên çekdar lihev dan

Ji bajarê Derayê ku ev demeke alozî di navbera hêzên hukûmet û komên çekdar dewam dike, nûçeyên şer û êrişan tên. Di encamê de hem ji aliyên şer û hem jî ji nava xelkê sivîl mirov têne kuştin.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî ku navenda wê li Londonê yê têkildarî rewşa li Derayê agahiyên nû parve kirin.

Li gorî vê,

Li ser rêya herêma Newa- Şêx Miskîn seyareke hêzên hukûmetê ket kemîn komên çekdar ên nenas.

Piştî kemînê li cihê bûyerê ji bo demeke kurt şer rû da.

Ajansa Fermî ya hukûmeta Şamê SANA ragihand ku di şer de eskereke wan hatiye kuştin û 8 jî birîndar bûne.

Çavdêriya Mafê Mirovan wekî din ragihand ku li herêma Tefesê ji ber êrişa topxaneyên rêjîma Sûrî, jin û ciwanek hatin kuştin û kes jî birîndar bûn.

Back to top button