Zilm û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî roj bi roj zêde dibe.
Çeteyên dagirker ji duh ve li gundê Îska ê navçeya Cindrêsê a Efrîna dagirkirî 16 kes revandin.
Îro li ser bendeke kontrole ya çeteyên dewleta Tirk a dagiker a li gundê Tirindê yê Efrînê 2 welatiyên Kurd yên ji gundê Îska yê bi ser Cindirêsê hatin revandin.
Navên kesên hatine revandin, Ciwan Hikmet Silik û Ebdo Ehmed Elîko ye.
Çeteyan duh jî ji heman gundî 14 kes revandin.
Duh jî çeteyên koma bi navê Cebhe El-Şamîye ya dewleta Tirk êrişî mala serokê eşîra Bobena ya Efrînê kir û malên wan dorpêç kirin.
Di êrişê de kurê Şêx û gelek endamên eşîrê birîndar bûn.
Çeteyan piştî êrişê Faris El-Şêx revandin û birin ciheke ne dîyar.